‘Parastina herêmê peywira me hemûyan e’

Şêniyên li bajarê Tirbespiyê diyar kir ku ji hemû kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî tê xwestin ku parastina herêmê bikin.

‘Parastina herêmê peywira me hemûyan e’
‘Parastina herêmê peywira me hemûyan e’
‘Parastina herêmê peywira me hemûyan e’
‘Parastina herêmê peywira me hemûyan e’
18 ÇILE, 2025   06:06
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Bi armanca parastina herêmê ji êriş û xetereyan, şêniyên bajarê Tirbespiyê bi çavdêriya Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-JIN) fêrî bikaranîna çekan dibin.

Nesrîn Temo beşdarî dewreya fêrkirina çekan bûye û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi domdarî êrişî me dikin. Ji ber hevgirtina me û baweriya me ya bi hêzên me, em ê tevahî êrişan têk bibin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin."

Şêniyê bi navê Neîm Osman piştî seferberiya giştî ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye îlankirin biryar da ku fêrî bikaranîna çekan bibe da ku piştgiriyê bide QSD û YPJˈê. Neîm Osman diyar kir ku ji bo bidawîanîna li xetereyan tevkarî lazim e.

Şêniya bi navê Qedriya Xelîl berxwedana YPJˈê silav kir û got ferdek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, ji bo parastina welatê xwe divê fêrî bikaranîna çekan bibe.

(bb)

ANHA