Li Amûdê şêniyan tabûrek ava kir

Gelek ciwan li bajarê Amûdê ji bo piştgiriya hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ji bo parastina bajêr, tabûrek ava kir.

Li Amûdê şêniyan tabûrek ava kir
Li Amûdê şêniyan tabûrek ava kir
Li Amûdê şêniyan tabûrek ava kir
17 ÇILE, 2025   21:56
AMÛDÊ

Şêniyên bajarê Amûdê li ser seferberiya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyeyê li hember êrişan ragihandiye û ji bo parastina bajarê xwe ji êrişan û hewldanên têkbirina ewlehiyê, tabûrek ava kir. 

Şêniyên bi dilxwazî tev li tabûrê bûne, diyar kirin ku ew amade ne bajarên xwe biparêzin. Her wiha diyar kirin ku dema Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) mecbûr bimîne şervanan bikişîne eniyên şer, bi avakirina vê tabûrê diwazin piştgiriya wan bikin û valahiya ku dibe ji ber wê çê bibe dagir in.

(mh/şx)

ANHA