ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-02-2026
18 sibat, 2026   02:00

Şêniyên Çilaxayê diyar kir ku yekitiya pêkhateyan êrişan têk dibin û banga parastina herêmên xwe û tevlêbûna nava hêzên ewlehiyê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Rûspiyê êla Hesika şêx Mihemed Seîd Nayîf diyar kir ku divê Sûriye li ser sîstema demokratîk were birêvebirin û mafên siyasî û çandî yên hemû pêkhateyan werin dayîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Jina ciwan ku ji dayikbûnê ve nikare xwe baş îfade bike, valahiya di vî warî de bi xêzkirina resman dagirtî ye. Bi berhemên xwe jî tevlî pêşangehan bûye. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîran got yekitiya Kurdan pêdiviyek e ku nabe were taloqkirin û divê partiyên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekitiya xwe çêkin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Til Temir hêviyên xwe yên rojiya Remezanê anîn ziman û gotin: "Em hêvî dikin di Remezanê de her kes bi hev re bi aram bijî." BI WÊNE Û DÎMEN

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan bernameya Kampanyaya 8ˊê Adarê li Stadyûma 12ˊê Adarê ya bajarê Qamişloyê radigihîne, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN