Komên hikumetê mal û milkên gundewarê Sirînê talan dikin

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li gundewarê bajarê Sirînê yê girêdayî bajarê Kobanê mal û milkên Kurdan talan dikin û didizin.

 Komên hikumetê mal û milkên gundewarê Sirînê talan dikin
17 sibat, 2026   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çevkaniyan komên hikûmeta demkî ya Şamê îro saet di 15.45ˊan de mal û milkên li gundên Kurdan ên Sirînê ku xelkê wan ji ber êrişan koçberî bajarê Kobanê bûne, talan kirin û dizîn.

Di dîmenan xuya dike ku komên hikûmetê erebeyek çandiniyê (patoz) ya gundiyan û erebeyek sivîl li tankerekê siwar kirine û ber bi Qereqozaqê ve birin.

(fr)