ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-11-2023
17 mijdar, 2023   02:00

Endamên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê qedexeya hevdîtina parêzeran bi Rêber ‎Abdullah Ocalan re şermezar kir û got, qedexe binpêkirin û berdewamiya komploya navneteweyî ya li ‎dijî wî ye.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji sala ‎‎2005`an ve li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê tevî êriş, zext, astengî û girtinê jî çalakiyan li dar dixin. ‎Ji bo Meşa Azadiyê ya îsal re parlamenterê HEDEP`ê Vezîr Coşkun Parlak anî ziman ku ji her ‎demê zêdetir tevlêbûna gel heye.   ‎(BI WÊNE)

Parlamentera HEDEP`ê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku çalakiyên ji bo pêngava azadiyê têne ‎lidarxistin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye rojev û got: “Di çalakiyên ji bo pêngavê de Bakurê ‎Kurdistan roleke girîng û bandor dilîze. Dê çalakî bi awayekî xurttirîn bidomin.”‎ (BI WÊNE)

Endamê Rojnewsê Baran Germiyan têkildarî Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK′ê ve hatiye ‎revandin got: ′′ Divê gel bêdeng nemînin û li doza Silêman Ehmed xwedî derkevin.”‎ (BI WÊNE)

Êrişên li dijî herêmên sînorî, kêmbûna asta ava çemê Firatê û kêmbûna ‎sotemeniyê ya ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navendên ‎stasyonê, pirsgirêkên li pêşiya cotkaran ne.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolîneran diyar kir ku dûrxistina Helbûsî dê bibe sedema aloziyan di navbera sunniyan de û got, ‎Tirkiyeyê lîstikvanê xwe yê herî girîng li Iraqê ji dest da.‎ (BI WÊNE)

Li Tirkiye  nijadperestiya li dijî penaber, geştiyar û niştecihan her ku diçe zêde dibe. Ev dide ‎nîşandan ku AKP′ê vê nîjadperestiyê xurtir dike û nîjadperestan diparêze. Li hemberî vê yekê ‎banga garantiya parastina geştiyar û penaberan bi taybetî zêde dibe. ‎(BI WÊNE)

Yekitiya Êzidiyan konferansa xwe ya yekemîn li Helebê bi diruşma′Rêxistinkirina civaka êzidî garantiya sînordarkirina qirkirinê ye′ saet 09:00′an li Caffe Telê ya Helebê ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna dijî Tundiya ser Jinan HPC-Jin li ser asta herêma Firatê meşekê ji Qada Jina Azad a li Kobanê li dar dixe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Çilaxa ya Qamişloyê bi boneya Rojava Zarokan a Cîhanê li Parka Şehîdan ji zarokan re şahiyekê li dar dixe, saet 12:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA