Îsraîlê bi moşekan êrişî derdora Şamê kir

Li derdora Seyide Zeyneb a li gundewarên Şamê dengê teqînên bihêzt hat bihîstin, ew deng ji ber êrişên Îsraîlê ye. Hêzên hikumeta Şamê ragihand ku pergala parastinê ya hewayî gelek moşekên Îsraîlê ku ji Colanê ve ber bi derdora Şamê hatine avêtin, xistin xwarê.

Îsraîlê bi moşekan êrişî derdora Şamê kir
17 mijdar, 2023   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa hikumeta Şamê got pergala parastina hewayî moşekên Îsraîlê yên ji Colanê ve ber bi derdora payxeta Şamê ve hatine avêtin, xistin xwarê.

Artêşa hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku vê berbangê Îsraîlê êrişeke hewayî ji Colana Sûriyeyê ve li gelek nuqteyên li derdora Şamê pêk anîn û pergala parastina hewayî gelek moşek xistin xwarê.

Li gorî daxuyaniyê hin zirarên madî ji ber êrişan pêk hatin.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li derdora Seyide Zeyneb dengê teqînên xurt hate bihîstin. Ew deng ji ber êrişên balafirên Îsraîlê bû. Balafirên Îsraîlê nuqte û baregehên leşkerî yên girêdayî Hizbullah a Lubnanê li nêzî herêma Behdeliyê li ser rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê bombebaran kirin. Hemwextî wê pergala parastinê bersiva êrişê da û ambulancan berê xwe da herêmê.