Pirsgirêkên li pêşberî cotkaran

Êrişên li dijî herêmên sînorî, kêmbûna asta ava çemê Firatê û kêmbûna sotemeniyê ya ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navendên stasyonê, pirsgirêkên li pêşiya cotkaran ne.

Pirsgirêkên li pêşberî cotkaran
Pirsgirêkên li pêşberî cotkaran
Pirsgirêkên li pêşberî cotkaran
17 mijdar, 2023   06:46
KOBANÊ

Desteya Çandiniyê ya Herêma Firatê astengî û zehmetiyên li pêşiya cotkarên herêmê aşkera kirin.

Li gorî daneya Desteya Çandinêyê, îsal li herêma Firatê 55 hezar hiktar zeviyên avî û 100 hezar hiktar ên bejî hatin çandin. Lê ji sedî 15`ê  qada çandiniyê ya giştî di xetereyê de ye.

Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Herêma Firatê Omer Kenco,  bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker cotkarên di nav zeviyên xwe de dixebitin, dike hedef û di dema çinînê de jî zeviyan dişewitîne.

Devera ji rojavayê kantona Girê Spî heta çemê Firatê ku dirêjajiya wê 85 kîlometre û kûrahiya wê 5 kîlometre, her wiha devera ji gundê Ebû Sira yê li rojavayê rêya M4`ê heta gundê Sêgîro û bajarokê Eyn Îsayê di xetereyê de ne. Ev dever rojane ji aliyê dewleta Tirk ve tên topbarankirin.

Kenco got, daneyên qadeke berfireh bi awayekî zelal nehatin hejmartin ku  ji 2020′î ve ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve zirar lê hatine. Lê Desteya Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, 400 hezar hiktar zeviyên çandiniyê zirar lê hatiye.

Têkildarî pirsgirêka sêyemîn jî Kenco got: “Dewleta Tirk a dagirker di Cotmehê de stasyonêna sereke yên petrolê bombebaran kirin,  ev yek jî bû sedema aloziya sotmeniyê, lew ra em ê zehmetiyên dabînkirina mazotê ji bo cotkaran bikişînin. Her wiha mazot a ji bo germkirinê li welatiyan hat belavkirin. Heta em  karibin em ê mazotê ji cotkaran re peyda bikin.”

Beriya mehekê cotkaran dest bi çandina genim, ceh, kemûn, nîsk û çolban kirin. Çandinî wê heta dawiya îsal berdewam bike.

(şx)

ANHA