ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 - 9 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 - 9 – 2024
16 îlon, 2024   02:00

Di ser serhildana “Jin Jiyan Azadî” ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kiribû û li cîhanê belav bû re, 2 sal derbas bûn. Mijara azadiya jinê ku niha bûye yek ji rojevên sereke yên cîhanê, dahurandinên Rêber Abdullah Ocalan û rêya çareseriyê ku wî nîşan daye, hîn zêdetir derxistiye pêş.  Nexasim gotinên jin û jiyan, azadî ji van nirxandin derketin û belav bûn.

“Yên dixwazin berxwedana Kobanê nas bikin, pêwîste berxwdana gundê Serzûrî nas bikin.” Şehid Cudî Amed ku fermandariya eniya rojhilatê Kobanê dikir, bi van gotinan behsa berxwendana Serzurî ya bibû destpêka destana Kobanê, kiribû.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Hezza Mihemed diyar kir ku Rûsya berpirsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya herêmê ye û Rûsya rexne kir ji ber ku lihevkirina di navbera her du aliyan de binpê dike. Mihemed di heman demê de destnîşan kir ku dewleta Tirk binpêkirina lihevkirinên navneteweyî didomîne.

Prof. Kariane Westrheim ku ji 69 xelatgirên Nobelê û akademîsyenan e ku li dijî sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê name ji saziyên navneteweyî re şandine, got “Zext çi qasî li ser Tirkiyeyê bên zêdekirin, dê ew qasî bi bandor bin.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Firatê Ferhan Hec Îsa got dewleta Tirk a dagirker di derbekirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, DAIŞ û çeteyên xwe bi kar tîne û diyar kir ku pêdiviya sekna li dijî êrişan bi coşa 2014ʹan a piştgiriya Kobanê heye.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqay bi boneya salvegera 2ʹyemîn a şehadeta Jîna Emînî û Serhildana ʹJin Jiyan Azadîʹ li goristana şehîdan çalakiyekê li dar dixe, saet 10:00ʹan, Kongra Star jî bi vê boneyê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ʹan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi heman boneyê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ʹan. Her wiha Kongra Star û Meclisa Jinan a Medclisa Malbatên Şehîdan li ser gorên şehîdan ên li Goristana Berxwedana Şehîdên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mûman pêdixin, saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Bajarê Girê Spî navenda astengdaran li bajarê Eyn Îsayê vedike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk ve 2 semîneran li bajarê Til Hemîsê û bajarê Dêrikê dide, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişlo sersaxiyê dide malbata şervanê QSDʹê şehîd Bîlal El Nêfo, saet 13:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziya Olî ya Helebê û Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya rojbûna Pêxmeber li mizgefa mezin a taxa Şêxmeqsûdê pîrozbahiyekê li dar dixe, saet 19:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Dirbêsiyê meşekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê, klub û nivîsgeha xwendinê bi navê Şaha li Parka Star a bajêr vedibe, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)