Rojbûna pêxember li Reqayê hat pîrozkirin
Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojbûna pêxember li Reqayê pîroz kir.
Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Olî ya kantona Reqa bi boneya rojbûna pêxember li mizgefta Ebdurehman Bin Of ê li başûrê Reqayê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de xelk, îmamên mizgeftan û endamên Meclisa Olî ya Reqayê beşdar bûn.
Her wiha ayatên Qurana Pîroz hatin xwendin û dûvre gelek îmaman got hevdû bibixşînin û xwedî exlaqên baş bin.
Şahî bi sirûdên olî û belavkirina şîremeniyê bi dawî bû.
(fr)