ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 - 10 – 2024
16 cotmeh, 2024   02:00

Welatiyê bi navê Hecî Hisên Oso di salên 80`yî de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kiriye. Oso diyar kir ku fikra Rêber Abdullah Ocalan jiyana wan guherand.

13 sal e rojnameya Ronahî weşana xwe didomîne. Di rêwîtiya 13 salan de gavên girîng di pêşxistina xebatên xwe, wergirtina tecrubeyan de avêtin. Her wiha bû cihê baweriya xwîneran. Ji bo ku mîrasa çepemeniya çapkirî di serdema teknolojiyê de biparêze, tê dikoşe.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Xebitandinê û Kedkaran a Rêveberiya Xweser Meryem Îbrahîm diyar kir ku pêşwazîkirina kesên ji Lubnanê tên, didomînin û bang kir ku deriyê Til Koçerê (Yarûbiye) bê vekirin da ku baştir destekê bidin koçberan.

Heyva Sor a Kurd li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo mexdûrên şerê li Lubnanê alîkeriyê kom bike û rihê hevgirtinê li hember aloziyan xurttir bike, kon vegirt. Heta niha 2 hezar û 155 kes ji Lubnanê hatine Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê.

Nebîha Feyad a 64 salî ji 19 saliyê xwe ve bi hunera destkariyê re mijûl dibe û hewl dide zarokên xwe jî fêrî vê hunerê bike.

Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi diruşma ʹTêkoşîna me misogeriya şoreşa jinan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk eʹ li hola Tac a Reqayê kongreya xwe ya 3ʹyemîn li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Reqayê di bin konê sersaxiyê ya li pêş mala şehîd Mihemed Mistefa El Moh de sersaxiyê ji malbatê re dixwaze, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8ʹan a ji hêla Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve li hola Zana ya Qamişlo hatiye lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)