Di topbaranên dijî Minbicê de efserekî Şamê hat kuştin

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên Minbicê de efsereke hêzên Şamê hat kuştin û leşkerek birîndar bû, her wiha dagirkeran ji vê sibehê ve bi 108 guleyên obîsan û hawanê, 10 moşekên grad û 2 dronên biçek û xwekuj gundên Minbicê hedef girtin.

Di topbaranên dijî Minbicê de efserekî Şamê hat kuştin
15 cotmeh, 2024   23:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku ji vê sibehê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 108 guleyên obîsê û hawanê, 10 moşekên grad û 2 dronên biçek û xwekuj gundên Minbicê topbaran kirin. 

Navendê diyar kir ku ev gund hatin hedefgirtin; gundên Ereb Hesen, Derec û Toxar ên li bakurê rojava û rojavayê Minbicê.

Her wiha nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Ereb Hesen jî hat topbarankirin, di encamê de efserek hat kuştin û leşkerek birîndar bû.

(fr)