Şengaliyan şehîd Zelal bi bîr anî
Şehîd Zelal Efrîn a ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de di 9'ê Cotmehê li Şehba şehîd bûbû de, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ve bi merasîmekê hat bibîranîn.

Dewleta Tirik a dagirker di 9'ê Cotmehê de li dijî penaberên Efrînî ku li Şehbayê dimînin, êrişeke hewayî pêk anî. Di encama êrişa hewayî de 3 endamên TEV-DEMʹê Zelal Efrîn, Mazûlm Antep û Alaf Murad şehîd bûn. Zelal Efrîn yek ji jinên pêşeng bû ku piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014'an berê xwe dabû Şengalê û di rêxistinkirina civaka Êzidî de cihê xwe girt.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi beşdariya endam, rêveberên sazî û rêxistinên civaka Êzidî ji bo şehîd Zelal Efrîn li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan merasîma bîranînê li dar xist. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo ruhê şehîdan dest pê kir. Piştre ji aliyê dayikên Êzidî ve ji bo şehîd find hatin pêxistin û axaftina hatin kirin.
ʹŞEHÎD ZELAL JI BO CIVAKA ÊZIDÎ KEDEKE MEZIN DAʹ
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Pakîza Celal axivî û diyar kir ku şehîd Zelal mîna bi sedan jinên şoreşger berê xwe da Şengalê û di rêxstinkirina civaka Êzidî de kedeke mezin da û got: “Di dema ku li Şengalê kar û xebat da meşandin de, mîna hemû malbatên Şengalê malbata wê bin, xwe ji hemû pirsgirêkên gel berpirsiyar dît û barekî giran da ser milê xwe. Ji ber keda wê ya bêhempa em wê wek şehîda xwe dibînin. Her kesekî li ber civaka me de ked da be û şehîd bikeve li ku derê be ew şehîdên me ne.”
‘EM BI SAYA ŞEHÎDAN LI SER AXA XWE DIJÎN’
Li ser navê TAJÊ'ê jî Şemê Remo axivî û got: “Tenê bi gotinan em nikarin ji heqê şehîd derkevin, şopandina rêya şehîdan wê bibe erka me ya sereke û di karê xwe yê pratîkî de em ê xeyalên wan pêk bînin. Şehîd Zelal bi salan li Şengalê kar û xebatên cuda meşandin. Di dema êrişa li ser Efrînê de dest ji Şengalê berneda û rêxistinkirina civaka me kire erka xwe ya sereke. Bi saya serê şehîdan, teqez wê serkeftin misoger bibe. Her kesên ji bo azadiya gelê xwe berxwedanê bike, di hedefa dijminê dagirker de ne, hevalên me ku canê xwe feda kirine di encama berxwedana ji bo civaka xwe gihane asta şehadetê. Em berxwedana hemû şehîdan silav dikin. Heke em îro li ser axa xwe dijîn ew jî bi keda şehîdan e.”
‘HEVAL ZELAL ŞEHÎDA ÊZDÎXANÊ YE’
Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê axivî. Emşê li ser navê gelê Şengalê sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û wiha axivî: “Serkeftina herî mezin ew e dema em karibin li ser axa xwe li bîranîna şehîdên xwe xwedî derkevin. Dema em karibin li ser axa xwe bijîn ev bi keda şehîdan e. Rast e heval Zelal ne li Şengalê şehîd ket lê ew şehîda Êzdîxanê ye. Ji ber ku bi saya keda wan şehîdan em dikarin li ser axa xwe bijîn û li hev kom bibin. Ji bo ku Şengal xweser bibe em soz didin şehîd Zelal em ê li ser xeta wê bimeşin û dest ji vê tekoşînê bernedin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyan û tekoşîna şehîd Zelal hatibû amadekirin hat pêşandan. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin' bi dawî bû.