ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-2-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-2-2024
15 sibat, 2024   02:00

Însiyatîfa Nûn a Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hewldanên xwe yên civakî ji bo berbelavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di nava jinên li Rojhilata Navîn de û li ser asta qanûnî ji bo têkbirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ronakbîrê ji Iraqê Dr. Sadiq Îtîmş got Rêber Abdullah Ocalan ji bo doza Kurd û aloziyên Rojhilata Navîn çareseriyên rasteqîn û pratîk pêşkêş kirin. Her wiha diyar kir ku ruxmî Komploya Navneteweyî jî tevgerên rizgariyê yên li cîhanê xwedî li projeya wî derketin.

Meşvanên Meşa Azadiyê bi rojan e ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin. Meşvan dibêjin azadiya Rêber Ocalan azadiya gelan e, lewma ew ê dev ji daxwaza wê bernedin.

Xelkê Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer û Çilaxa ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan beşdarî meşa girseyî dibin, meş ji Qada Azadî ya Dêrikê dest pê dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan beşdarî meşa girseyî dibin, meş ji Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê dest pê dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo şermezarkirina komploya 15ˊê Sibatê li navçeya Fafînê ya Şehbayê meşeke girseyî li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji pêş hola civînan a 8ˊê Adarê ve diherikin qadan, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA