Meşvanên Meşa Azadiyê: Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelan e

Meşvanên Meşa Azadiyê bi rojan e ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin. Meşvan dibêjin azadiya Rêber Ocalan azadiya gelan e, lewma ew ê dev ji daxwaza wê bernedin.

Meşvanên Meşa Azadiyê: Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelan e
15 sibat, 2024   04:34
NAVENDA NÛÇEYAN

‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ di 1'ê Sibatê de ji bo daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dest pê kir. Siyasetmedar û rêveberên rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk ji bajarên Bakurê Kurdistanê Qers û Wanê derketin rê û li Amedê gihaştin hev. Meşvan li navçe, bajarok û gundan ên Êlih, Sêrt, Agirî, Mûş, Erzirom, Xarpêt, Çewlik, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn, Riha û Amedê bi gel re hatin cem hev. Meşvanên Meşa Azadiyê li her derê qala encamên tecrîda li Îmraliyê û polîtîkayên ewlekariyê yên li ser pirsgirêka Kurd tên meşandin dikin û li dijî vê yekê çi bê kirin, nîqaş dikin.

Ji parlamenterên DEM Partiyê ku beşdarî meşa azadiyê bûne Alî Bozan û Newroz Uysal li ser meşê, eleqeya gel a ji bo meşê û polîtîkayên dewleta Tirk ên li hemberî wan, ji ANHA’yê axivîn.

'TEVÎ ASTENGIYAN JÎ MEŞ GUR BÛ'

Parlamenter Alî Bozan got dema ew derketin rê 75 kes bûn û diyar kir ku li her dera ku diçinê wekî gulokeke berfê mezin dibin û ji ber ku li gel astengiyan daxwazên milyonan tînin ser ziman, her kes bi coşeke mezin tev li wan dibe. Bozan tespîtên xwe yên ji bo meşa azadiyê wiha rave kirin: "Her dera em çûnê, ji ya berê bêhtir bi coş bû. Hemû beşên civakê, ciwan, kal û pîr, her cure astengî ji ser xwe avêtin da ku xwe bigihînin me. Li hin cihan bi dahol û defan em pêşwazî kirin. Em bi tilîliyan hatin oxirkirin. Li her derê eleqeyeke zêde ji bo me hebû, ji ber ku daxwazên me civakî ne.”

Alî Bozan ku anî ziman ku şaxên meşê li Amedê bûne yek, gav bi gav li Amedê geriyane û tespîtên xwe yên li Amedê bi van gotinan rave kirin: "Me careke din dît ku AKP’ê li Kurdistanê îflas kiriye. Ew qasî ji vî gelî ditirsin ku naxwazin tu daxwazên xwe bînin ser ziman. Hewl dan pêşî li gel bigirin da ku xwe negihînin me. Dorpêçeke topyekûn hebe jî, me daxwazên gel vegotin.”

'GEL PÊVAJOYÊ GELEKÎ BAŞ ANALÎZ DIKE'

Bozan bi bîr xist ku li ser rêya xwe civînên gel li dar xistine û got: “Me di civînên gel de pêvajo nirxand. Me tecrîda li ser birêz Ocalan nîqaş kir. Me di van civînan de ev yek bi zelalî dît; gel pêvajoyê pir baş dişopîne. Li ser wate û dema meşê me nirxandinên gelekî erênî ji gel wergirtin."

‘NE PÊKAN E KU RAMANÊN BIRÊZ OCALAN BIDIN JIBÎRKIRIN’

Bozan got ev 25 sal e tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan tê domandin û wiha dewam kir: “Ev 3 sal e bi tu awayî dengê birêz Ocalan nayê bihîstin û ev 25 sal e tecrîd tê domandin. Ji ber ku li Îmraliyê hiqûq nîn e. 25 sal e li Îmraliyê mafên di qanûnan de hene jî nehatine bikaranîn. Tu carî serdanên bi rêk û pêk ên parêzer an jî malbatê çênebûn. Di 25 salan de mafê telefonê tenê 2 caran hate bikaranîn. Dewlet bi vê tecrîdê armanc dike ku fikrên birêz Ocalan tune bike. Lê belê birêz Ocalan bi tenê ji aliyê fîzîkî ve li girava Îmraliyê ye. Ji ber ku felsefeya wî ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê, li hemû cîhanê belav dibe. Me di meşa xwe de careke din dît ku ev fikir nayên jibîrkirin. Wek meşvanên azadiyê em ji destpêkê ve şahidên vê ne."

‘BÊÇARESERIYA LI PIRSGIRÊKA KURD FERZ DIKIN SEDEMA SEREKE YA KRÎZÊ YE’

Alî Bozan bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser gelên Tirkiyeyê jî û got: "Tecrîd çavkaniya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye. Îro pirsgirêka herî bingehîn a hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn, aborî ye. Tevî ku bi awayekî fermî nayê qebûlkirin jî, li Tirkiyeyê krîzeke mezin a aboriyê heye. Sedemên vê qeyranê nebûna demokrasiyê li welat, nebûna aramiyê, nepêkanîna aştiyê û rastiya ku welat di rewşa berdewam a pevçûnê de ye, hem li hundir û hem jî li derve. Bêçareserîtiya li pirsgirêka Kurd tê ferzkirin, bingeha van nakokiyan e. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi muxatabiya birêz Abdullah Ocalan dibe."

Her wiha Bozan li ser rola çapemeniyê ya di meşa azadiyê de jî got çapemeniya muxalîf jî ji ber ku aliyên opozîsyonê li dijî wan li cem hikumetê sekinîne, meş nedîtiye.

'ÇAWA KU TECRÎD LI HER DERÊ YE DIVÊ BERXWEDAN JÎ LI HER DERÊ BE'

Parlamenter Newroz Uysal jî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd 2 daxwazên sereke yên meşvanên Meşa Azadiyê hene û got ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê Rêber Abdullah Ocalan muxatab be û wiha axivî: "Çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya azadiya birêz Ocalan. Azadiya birêz Ocalan dê were wateya çareseriya hemû pirsgirêkên li welêt, bi taybetî jî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê. Îmralî niha li Tirkiyeyê bûye formeke rêveberiyê. Îro tecrîd li tevahiya welat belav bûye. Ji bo vê jî em dibêjin divê berxwedan li her deverê be û em ê çalakiyên xwe geş bikin.”

Newroz Uysal diyar kir ku daxwazên wan ne nû ne û ev 25 sal e daxwazên wan tên bilêvkirin û anî ziman ku çalakiyên wan dê bê navber dewam bikin. Uysal got gelê Kurd daxwazên xwe yên sedsalî tîne ser ziman û wiha pê de çû: "Ji bo vê yekê bi berpirsyariyeke mezin meşeke bicoş derket holê. Ji Qersê heta rawestgeha xwe ya dawîn her tim coşeke mezin hebû. Me ev coş li hin cihan di qîrîna dayikekê de, li hin cihan bi gotina piştevaniyê ya ciwanekî tevî dorpêça polîsan jî û li hin cihan di çepikên jineke li şaneşîna mala xwe de dît.”

‘MEŞ BÛ NÛKIRINA HAFIZEYÊ'

Uysal destnşan kir ku meş ji bo wan nûvesaziyeke bîranînê ye û anî ziman ku ew li her dera diçinê, diçin serdana cih û mirovên bûne sembol û der barê meşê de tespîtên xwe wiha anîn ser ziman: "Dema ku pîrekî li Patnosê ez hembêz kirim û got ‘Min careke din dît ku ev gel bê xwedî nîn e’ ez gelekî hestiyar bûm. Vê yekê careke din berpirsyariya me nîşanî me da.”

Newroz Uysal got hewldanên wan ên ji bo dengê xwe bidin bihîstin jî hatine tecrîdkirin û anî ziman ku ji bo dengê xwe di kanalên cuda de bidin bihîstin jî ew rê û rêbazên nû diceribînin.