ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-04-2026
15 nîsan, 2026   02:00

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku eger li gel hişyariya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî Tirkiye gavan neavêje û tespît bike ku Tirkiye biryarê binpê dike, dikare careke din dosyayê li DMME’yê vegerîne, piştî DMME jî binpêkirinê tespît bike, Konseya Ewropayê dikare der barê Tirkiyeyê de biryarên tund bide. BI WÊNE Û DÎMEN

Çarşema Sor ji bo Êzidiyan destpêka afirandinê ye. Êzidî wê rojê bi rê û resmên xwe yên çandî pîroz dikin. Ji rûspiyên civaka Êzidî Faris Şemo hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya hevgirtin û yekitiya Kurdan. BI WÊNE Û DÎMEN

Parêzerên jin got divê jin cihê xwe di navendên biryarê de bigirin û eger rola jinan paşguh bikin dê pirsgirêkên civakî neyên çareserkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedarê lubnanî Dr. Alfred Reyaşî diyar kir ku li gel aloziya leşkerî ya dawîn û girêkbûna dîmena siyasî, Lubnan îro bi qonaxeke pir hesas re rû bi rû ye û got nebûna çareseriyên bingehîn, welat bi hilweşînê re rû bi rû dihêle.

Fatoreyên elektirîkê li Sûriyeyê gelekî bilind bûne. Şênî ji vê yekê ne razî ne û daxwaz dikin li gorî rewşa wan çareseriyekê bibînin.

Di nav bazara El Hemawiye ya bajarê Hesekê de kolaneke biçûk heye ku zêdetirî sed salan e heye û yek ji kolanên herî kevn e ku mîmariya xwe ya avahîsaziya kevneşopî parastiye. Berê navendeke sifirkeran bû lê îro li kolanê çalakiyên bazirganiyê yên cur bi cur tên kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê cenazeyên 8 şervanên QSDˊê yên ku di demên borî de şehîd bûbûn li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN