PCCWSˊê xwe fesix kir, saziyek nû tê avakirin

Hejmarek ji endamên damezrîner ên PCCWSˊê, ji ber pirsgirêkên navxweyî û rûbirûbûna bi serokatiya meclisê re biryara fesixkirinê meclisê da.

PCCWSˊê xwe fesix kir, saziyek nû tê avakirin
14 nîsan, 2026   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmarek ji endamên Meclisa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê (PCCWS) bi daxuyaniyekê fexiskirina meclisê ragihandin. Endaman di daxuyaniyê de sedemên dayîna biryarê û gavên bê aşkera kirin û anî ziman ku xebat li ser damezrandina saziyeke nû dest pê kir ku şaştiyên berê derbas bikin. 

Daxuyaniya endamên damezrîner ên Meclisa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê wiha ye:

"Di dawiya Tîrmeha par de, me ji bo destpêkirina yekem ceribandina siyasî ya bi armanca temsîlkirina gelên Navîn û Rojavayê Sûriyeyê ye, bi taybetî civaka Elewî û pêkhateyên din ên herêmê, di nav êşên berdewam ên di bin desthilatdariyaa defakto de, dest pê kir.

Ew ezmûnek tijî astengî û zehmetî bû ku di qonaxa damezrandina her tevgerek girîng de normal e. Tevî hewldanên me yên bêwestan ji bo parastina yekitiyê, pêşîlêgirtina li xîtaba ku dakeve armanckirina kesayetên neteweyî û nûnertiyê dikin û parastina nêrînên cûda di çarçoveya nîqaşên navxweyî de, em îro gihîştine xalek rûbirûbûnê bi pratîkên bêberpirsiyar ên ku sembolên ku nûnertiya raya giştî ya Sûriyeyê li herêma me dikin hedef.

Me bi baldarî xebitî da ku avahiya siyasî û gelêrî ya meclisê biparêzin, lê ji ber ku tenê 6 ​​endamên damezrîner di Nivîsgeha Rêvebir de man piştî ku piraniya vekişînan ji ber pirsgirêkên bi serokê meclisê re bûn ku veguher pirsgirêkên kesane, me dît ku ezmûna me ji rêça xwe ya pîşeyî bi dûr bikeve. Serokê meclisê li şûna ku balê bikişîne ser karên siyasî yên cidî, bi nîqaş û gengeşeyên li ser medyaya civakî mijûl bûye û zirar daye pêbaweriya saziyê. Ev yek heta êrişên kesane li ser rêberê ruhanî yê civaka Elewî, Şêx Xezal Xezal jî pêk hat.  Ev yek heqaret li tevahiya civakê dike û bi tevahî nayê qebûlkirin.

Li ser bingeha me li jor nivîsiye, me hevdîtin kir û derfet pêşkêşî wî kir ku ji serokatiya meclisê vekişe û me cîgira  serokê meclisê ji bo erkên serokatiya demkî erkdar kir. Lê belê, wî red kir, îdia kir ku rewatiya meclisê ji wî û rûpela fermî ya ku ew kontrol dike tê û red dike ku rûpelê teslîm bike.

Ji ber vê yekê, wekî serokên nivîsgehan û endamên damezrîner ên nivîsgeha rêveberiyê, ku piraniya endaman temsîl dikin, em van xalên li jêr radigihînin:

Meclisa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê di forma xwe ya heyî de tê fesixkirin û serokatiya wê ji roja vê daxuyaniyê ve hemû rewatiya qanûnî û temsîlî winda dike. Xebat li ser damezrandina saziyek siyasî ya nû dest pê kiriye ku li ser destkeftiyên berê ava bibe û xeletiyên rêxistinî û prosedurî ​​yên ku bûne sedema vê biryarê derbas bike, bi vî rengî temsîliyeta rastîn û berpirsiyar ji bo gelê me misoger dike.

Em diyar dikin ku ev gav rastkirina rê û rêbazê û bicîhanîna baweriya ku gel daye me ye û em ê nehêlin ku xwestekên gel ji bo nakokiyên kesane werin bikaranîn.

Îmzekar:

Mamoste Newar Elî - Cîgira Serokê Meclisê

Parêzer Mistefa Rustum - Serokê Nivîsgeha Siyasî

Dr. Ews Derwîş - Sekreterê Giştî yê Meclisê

Rojnamevan Raîf El Selame - Endamê Damezrîner ê Meclisê."

(fr)