Hevdîtinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de bi dawî bûn

Piştî hevdîtinên li Washingtonê paytexta DYA’yê yên di navbera balyozên Îsraîl û Lubnanê de, hat ragihandin ku alî li ser destpêkirina muzakereyên rasterast li hev kirine.

Hevdîtinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de bi dawî bûn
14 nîsan, 2026   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtinên ku li Washingtonê di navbera balyozên Îsraîl û Lubnanê de hatin lidarxistin, piştî nêzî du saetan bi dawî bûn. Têkiliya navborî, wekî yekemîn hevdîtina aştiyê ya rasterast a di navbera her du welatan de ku piştî bi dehan salan pêk tê, ketiye tomaran.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê di daxuyaniya roja sêşemê de ragihand ku alî piştî hevdîtina îro ya li Washingtonê, li ser destpêkirina muzakereyên rasterast di dem û cihê ku dê bi hev re biryar bidin de, li hev kirine. Di daxuyaniyê de hêvî hat diyarkirin ku ev hevdîtin dê bibe sedema peymaneke aştiyê.

Şandeyên Îsraîl û Lubnanê bi malovaniya Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio li Washingtonê hatin bal hev. Rubio di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev pêvajo ne tenê bi gefên li ser Îsraîlê ve, lê di heman demê de bi pirsgirêkên ku gelê Lubnanê pê re rû bi rû ye ve jî girêdayî ye.

Li gorî nûçeya Reutersˊê, Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku Îsraîl, li gel Lubnanê pabendbûna xwe ya ji bo xebatên bêçekkirina komên "terorê" yên ne-dewletî û binesaziyên wan piştrast kiriye.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Lubnanê banga agirbest û tevdîrên ji bo krîza mirovî kiriye, Îsraîlê jî ji bo "çareserkirina pirsgirêkên çaresernebûyî" pabendbûna xwe ya ji bo muzakereyên rasterast aniye ziman.

Li gorî heman ajansê, Balyozê Îsraîl ê li DYA’yê angaşt kir ku hikûmeta Libnanê aniye ziman ku êdî ew ê di bin bandora Hizbullahê de nebin. Derbarê daxuyaniya navborî de ji aliyê rayedarên Lubnanî ve tu piştrastkirin nehat.

Hate ragihandin ku balyoz her wiha aniye ziman ku Îsraîl di warên "ewlehî û sivîl" de bi Libnanê re hevkariyê dike.