ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-04-2026
14 nîsan, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Çilaxayê anî ziman ku divê Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe û wiha got "Dewleta Tirk di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gav neavêtine û dixwaze dawî li doza Kurd bîne.” BI WÊNE Û DÎMEN

Zaroka bi navê Nûra Beşîr ku li Kampa Waşûkanî mezin bûye, hêvî dike ku vegere gundê xwe û dema mezin bibe mamostetiyê bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Di encama lehî û barana zêde de rûberên mezin ên zeviyên genim li herêma Sehil El Xab a Hemayê zirar dît. Cotkaran xwest tazîmat ji wan re were dayîn.

Parêzgarê Şamê biryar da ku bazara hesinkariyê veguherîne cihekî din û hişyarî da esnafan ku di nava 2 mehan de bazarê vala bikin. Ensaf jî ji vê biryarê nerazî ne û got ew dev ji bazarana xwe ya kevnar bernadin.

Komeleya Nûjîn a Geşepêdana Civakî di çarçoveya "ciwan li dijî nefretê" panelekê ji bo pêşandana encamên xebata hevbeş û nîqaşkirina belgeya siyasetan a dawîn li dijî xîtaba nefretê , li hola Xabûr a bajarê Hesekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşma "Li dijî neteweperestî niha dema jinê ye" li Parka Xwendinê ya Hesekê panelekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê cenazeyê şehîd Îmad Ebdullah li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso li ser entegrasyona demokratîk û pêşdeçûnên siyasî yên dawîn, li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê semînerekê dide, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê cenazeyên şervanê QSDˊê şehîd Cûdî Dogan û cenazeyê endamê Asayîşê şehîd Tehsîn El Seyid Eî li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin dike, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê cenazeyê şervana YPJˊê Mizgîn Jiyan (Şukran Yildiz) li Pakreawngeha Şehîd Hogir Îsmaîl defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyan a QSDˊê li taxa Kelasê ya Hesekê 2 malbatan li hev tîne, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê cenazeyên şervanên di dem û cihên cuda de şehîd bûne li Pakrewangeha Şehîd Dicle defin dike, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê ji bo zarokên şehîdan çalakiyekê kêfxweşiyê li dar dixe, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya hatina Çarşema yekemîn ji Nîsanê (Çarşema Sor-Sersala Êzidî) endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya bajarê Tirbespiyê serdana bendên Asayîşê dikin, cenê li wan pîroz dikin, 15.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN