Navenda Kanala NRT a li Silêmaniyê hate gulebarankirin

Navenda sereke ya Kanala NRT a li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, ji aliyê çend kesan ve hate gulebarankirin.

Navenda Kanala NRT a li Silêmaniyê hate gulebarankirin
13 nîsan, 2026   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya kanala NRT a nêzîkî Tevgera Nifşê Nû, ragihand ku ji aliyê çend kesan ve navenda sereke ya kanala wan a li sîteya Gundê Almanî ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate gulebarankirin.

Di daxuyaniya kanalê de hate gotin ku, kesên kanala wan gulebaran kirine, di taksiyekê de bûn û piştî gulebaranê reviyane.

Hate zanîn ku heta niha nasnameya kesên çekdar aşkera nebûye, her wiha kanalê û Tevgera Nifşê Nû têkildarî êrişî berê tiliya xwe nedaye tu aliyan.

Der barê bûyerê de jî saziyên ewlekariyê heta niha tu daxuyanî nedane.