Li derdora Siwêdayê pevçûn derket

Li derdora bajarokê Til Hedîd û devera El Meamil li başûrê rojavayî bajarê Siwêdayê de, di navbera Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê û hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, pevçûn derket.

Li derdora Siwêdayê pevçûn derket
13 nîsan, 2026   22:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SHOR) ragihand ku li derdora bajarokê Til Hedîd û devera El Meamil a başûrê rojavayî bajarê Siwêdayê de di navbera hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê de pevçûn derket.

Li gorî SHORˊê, her du aliyan çekên navîn bi kar anîn, lê tu ziyanên mirovî rû nedan.

Duh jî li derdora bajarokê El Mecdel û El Mezrea de ya gundewarê Siwêdayê şer derketibû, tu ziyanên mirovî çênebûn.

(ac/fr)

ANHA