ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-09-2026
13 îlon, 2026   02:00

“Zimanê me yê kurdî nasname û hebûna me ye, em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe bibînin.” Bi van gotinan xwendekarên li Rimêlan, Tirbespiyê û Dêrikê dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyê de red kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Ebû Mîsaq El Mesarî destnîşan kir ku Iraq ber bi qonaxeke xurtkirina îstîqrarê, yekkirina saziyên dewletê, kûrkirina ezmûna demokratîk û cihêrengiya aboriyê ve diçe, lê hîna pêdivî bi çareserkirina hin pirsgirêkan heye.

Li gorî belgeyan di peymanên navneteweyî de qanûnî tê nivîsandin ku netew dikarin zimanê xwe bi kar bînin û pê bixwînin.

Medyaya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de geşedanên li Sûriyeyê, jinûve avakirina saziyên dewletê, hevsengiyên hêzên herêmî, her wiha şerê Îran û DYA û bandorên wê li ser tengava Hurmuzê û bazara enerjiyê nirxandin. Cihe ji bo siberoja pirsgirêka Filistînê jî hate dayîn.

Meclisa PYD‘ê ya bajarê Hesekê têkildarî şewata li girtîgeha Kobanê daxuyaniyê dide, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Jinan a PYD‘ê ya bajarê Til Temirê bi armanca nirxandina rewşa siyasî civînekê li avahiya Akademiya Civaka Demokratîk li dar dixe, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê û endamê saziyên sivîl sersaxiyê ji malbata şehîd Sîpan re dixwazin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)