Têkildarî entegrasyonê panelek hat lidarxistin

Li bajarokê Rimêlanê di panekê de pêvajoya entegrasyonê, rola partî û rewşenbîran di hişyarkirina civakê de hatin şîrovekirin

Têkildarî entegrasyonê panelek hat lidarxistin
Têkildarî entegrasyonê panelek hat lidarxistin
Têkildarî entegrasyonê panelek hat lidarxistin
Têkildarî entegrasyonê panelek hat lidarxistin
Têkildarî entegrasyonê panelek hat lidarxistin
Têkildarî entegrasyonê panelek hat lidarxistin
Têkildarî entegrasyonê panelek hat lidarxistin
Têkildarî entegrasyonê panelek hat lidarxistin
12 îlon, 2026   23:29
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîkran a li bajarokê Rimêlanê yê Girkê Legê paneke bi sernavê " Pêvajoya entegrasyona di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de û hûrguliyên wê" li dar xist.  Hejmarek rewşenbîr û endam û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

Panel bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê hevseroka PYD‘ê Perwîn Yûsif axivî û têkilarî pêvajoya entegrasyonê nirxandin kir.

Perwîn Yûsif anî ziman armanca sereke ji entegrasyonê parastina gel û pêkanîna aştî û aramiyê di navbera pêkhateyên cûda yên gelê Sûriyeyê de ye.

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku pêvajoya entegrasyonê di çarçoveya parastina destkeftiyên şehîdan û parastina ewlehî û aramiya herêmê de tê. Her wiha bi bîr xist ku QSD‘ê bi armanca ku herêmê ji şer dûr bixe û destkeftiyên ku di salên dawîn de hatine bidestxistin entegrasyon tercîh kir.

Hevseroka PYD‘ê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku bidestxistina aştî û aramiyê ji garantîkirin û parastina mafên gelê Kurd nayê qutkirin û got, divê entegrasyonê li ser bingeha prensîbên demokratîk be û bibe sedema avakirina Sûriyeyek nû ku hemû pêkhate li ser bingeha maf û edaletê bigire nava xwe.

Perwîn Yûsif îşaret bi vê yekê kir ku hinek alî dixwazin pêvajoya entegrasyonê têk bibin. Perwînê bang li hemû aliyan kir ku ji tevlihevî û provokasyonan dûr bikevin û ji bo serxistina pêvajoyê bixebitin.

Beşdaran jî li ser mijara panelê nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin ku divê partiyên siyasî û rewşenbîr berpirsyariyên xwe yên pêvajoyê bi cih bînin û civakê ji hewldanên fitne û kişandina herêmê nava pirsgirkên nû hişyar bikin. Beşdaran ji bo parastina tayemendiyên Kurdî jî girîngiya ku partiyên siyasî yekitiya xwe ava bikin û helwesta xwe bikin yek anîn ziman. Her wiha xwestin ku civînên bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî û pêvajoya entegrasyonê ji gel re were lidarxistin.

(bb)

ANHA