Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

Parêzgarê Hesekê endazyar Nûredîn Ehmed bi hejmarek şêx û rûspiyên eşîrên herêma Qamişloyê re civiya. Di civînê de rêbazên peywendî û hevkariyê di navbera pêkhateyên civakê de, xurtkirina aramî û aştiya navxweyî nîqaş kirin.

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
12 îlon, 2026   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi hejmarek şêx û rûspiyên eşîrên herêma Qamişloyê re civiya. Di civînê de Gerînendeya Herêma Qamişlo Cîhan Seîd Hesam, Metranê Dêra Cezîrê û Firatê ya Katolîkên Ermenî Antranîk Ayvazyan, Fermandarê Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê Azad Kovan û cîgirê Fermandarê Lîwaya Qamişloyê  jî amade bûn.

Di civînê de rewşên giştî ya herêmê, rêbazên xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên civakê de, pêşxistina hevkarî û hevrêziyê nîqaş kirin.

Parêzgar diyar kir ku pêdiviya qonaxa heyî bi xweragirtin, dûrketina ji zimanê kîndarî û provakasyonê heye. Her wiha bal kişand ser bicihanîna ewlehî, aramî, pêşxistina têgihîştin û hevkariya di nava pêkhateyan de ku aştiya navxweyî û aramiya li herêmê diparêze.

(f)