ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-11-2025
11 mijdar, 2025   02:00

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, sûc û binpêkirinên li dijî şêniyan dewam dikin. Dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê demografiya herêmê diguherînin, dest datînin ser milkên şêniyan û wan bi darê zorê koçber dikin.

Ji ber girtina rêyan di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hundirê Sûriyeyê de tevgera bazirganiyê ya herêmê felc bû. Di encamê de ji ber lêçûna zêde ya bar, dirêjahiya rêyan û nebaşbûna wan, biha bilind bûne.

Ambargoya ku ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ji 25ˊê Îlonê de hatiye ferzkirin hişt ku beşa xizmetguzariyê felc bibe.

Parêzer Şahîn El Elî destnîşan kir ku 26 sal e Rêber Abdullah Ocalan dîlgirtî ye û got divê dewleta Tirk zagonên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne.

Koçberên ji Serêkaniyê bi nêzîkbûna zivistanê re banga lezgîn a başkirina xizmetan û dabînkirina pêdiviyên bingehîn kirin.

Li kolanên kevn ên Hecînê, Ebû Îmran parêzvanê herî navdar ê entîkeyan ê bajêr e. Ew ne tenê bazirganek e, ne jî tenê berhevkarê berhemên dîrokî ye, lê parêzvanekî bîra bajêr e.

Şaredariya Gel a bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina xebatên pêk anîne, li hola Yekitiya Karkeran a Rimêlanê civîna salane li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma "Bi yekitî û rêxistinkirinê em ê mafên kedkaran biparêzin", li hola Hesekê ya kantona Cizîrê kongreya xwe ya duyemîn li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a MSDˊê bi sernavê "Ji nenavendîbûnê ber bi destûreke niştîmanî ya berfireh" li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê rûniştineke diyalogê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn şahiya Zarhunera Havînê li Navenda Horî ya Çand û Hunerê ya Amude li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN