Di teqîna li Humsê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn

Li taxa Wirod a bajarê Humsê 2 çekdarên nenas bombeyeke destan avêt, di encama teqîna bombeyê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn.

Di teqîna li Humsê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn
10 mijdar, 2025   22:51
HUMS

Nûçegihana me ji Humsê da zanîn ku dema 2 zarokan kolana El Muxtar Ebû Ehmed a li taxa Wirod a bajarê Humsê dilîst, 2 çekdarên nenas bombyeke destan avêt kolanê, di encamê de 2 zarok birîndar bûn. Navê zarokeke birîndar Werd Osman 4 salî ye, parçe li zikê wê ketine û jê emeliyet hat kirin û ya din jî di stûyê xwe de parçeya bombeyê xwar û rakirin nexweşxaneyê.

Li deverên ku piraniya niştecihên wan Elewî ne, tevlihevî û bêaramî zêde bûne û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêkanînên komên çekdar li dijî van welatiyan paşguh dike.

(mh/fr)