Li Humsê êrişa çekdarî; welatiyek birîndar bû

Li taxa Wadî El Zeheb a bajarê Humsê 2 çekdarên nenas gule li kolanê barandin û di encamê de welatiyek birîndar bû.

Li Humsê êrişa çekdarî; welatiyek birîndar bû
10 mijdar, 2025   23:41
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê da zanîn ku li taxa Wadî El Zeheb 2 çekdarên nenas ku li motorsiklêtê siwar bibûn gule li kolana 24ˊan-Beyt Tewîl barandin, di encamê de welatiyek di rûyê xwe de birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hat rakirin.

Hat zanîn ku welatî Mecid Mihemed Zeyûd (45) hîn sax e û li nexweşxaneyê tedawî dibe.

Ev bûyer digel berdewama rêzebinpêkirinên weke kuştin, revandin û tirsandinê li dijî sivîlan li bajarê Humsê, pêk hat.

(mh/fr)