ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-05-2024
11 gulan, 2024   02:00

-32 sal di ser şehadeta hunermenda şoreşger şehîd Mizgîn re derbas bûn. Şehîd Mizgîn bi stranên xwe yên şoreşgerî wijdan şiyar kirin û bi helwest, jiyan, têkoşîn û şoreşa xwe bû sembola tevgera çand û hunera azad. Êdî di dilê her kurdekî de nemir e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakvanên jin destnîşan kirin ku jinan bi têkoşîna xwe gelek destkeftî bi dest xistine û bûne îrade, lê dikarin bi hevgirtina navnetewî guhertina sîsteman jî pêk bînin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Hesekê ji ber birîna avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, ketine nava tengasiyeke mezin. Her wiha bi hatina havînê re, barê şêniyên bajêr girantir bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Metirsiyên cotkarên zeviyên wan li eniyên şer hene ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dema çinînê de zeviyên wan bikin hedef. Cotkaran destnîşan kir ku ji bo wan çandina erda xwe, berxwedaneke li hember dagirkeran e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê piştî kongreya xwe ya 4ˊan civîna xwe ya yekemîn li hola Mişwar a Reqayê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê merasîmê bîranîna gerîlayê HPG’ê şehîd Fîras Artêş li gundê Xurxurê yê Kobanê li dar dixe, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê merasîmê bîranîna şehîd Mizgîn tê lidarxistin, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgra Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn-Şehbayê merasîmê bîranîna şehîd Mizgîn li Hola Mîtan a li bajarokê Ehdasê yê Şehbayê li dar dixe, saet 14.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA