Şehîdeke di dilê hemû Kurdan de nemir; Mizgîn
32 sal di ser şehadeta hunermenda şoreşger şehîd Mizgîn re derbas bûn. Şehîd Mizgîn bi stranên xwe yên şoreşgerî wijdan şiyar kirin û bi helwest, jiyan, têkoşîn û şoreşa xwe bû sembola tevgera çand û hunera azad. Êdî di dilê her kurdekî de nemir e.
![Şehîdeke di dilê hemû Kurdan de nemir; Mizgîn](https://hawarnews.com/ar/uploads/images/202405/image_870x_663e6bd006b5e.jpg)
11`ê Gulanê salvegera şehîdxistina hunermend, serhildêr û pêşengeke têkoşîna jinan şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) e.
Şehîd Mizgîn ji gundê Bileyder ê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê ye. Sala 1962`yan ji dayik bûye û bi dengê xwe yê zîz û hunera xwe ya xweşik hate naskirin.
Şehîd Mizgîn, xwest bi rêbazekê li hember zîhniyet û siyaseta qirkirina gelê Kurd bisekine û ji ber wê sala 1980`yî tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû.
Di têkoşînê de, bi dengê xwe yê zîz û hunera xwe dihate naskirin. Ji ber wê tev li qada hunerî bû û sala 1983`yan berê xwe da Ewropayê. Di avakirina Kombûna Hunermendên Kurd a Ewropayê (Huner-Kom) û Yekitiya Jinên Welatparêz a Kurdistanê (YJWK) de bi roleke girîng rabû.
Sala 1990`î şehîd Mizgîn vegeriya Bakurê Kurdistanê û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li wir fermandariya herêma Garzanê bir. Li kêleka pêşxistina hunera şoreşgerî, gelek çalakî li dar xistin. 11`ê Gulana 1992`yan dema li navçeya Tetwan a Bedlîsê karek dikir, mala lê dima ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hate dorpêçkirin. Fermandar Mizgîn heta dawiyê li ber xwe da û şehîd bû.
Şehîd Mizgîn, bû sembola jinên Kurd û bi hêz û vîna xwe bû sembola felsefe û fikra azad. Gelek jin ketin ser şopa şehîd Mizgîn û xeta wê ya hunerî.
DI DILÊ KURDAN DE NEMIR E
Ji bo bîranîna şehîd Mizgîn, saziyên çandî çalakiyan li dar dixin. Koma Şehîd Mizgîn a Herêma Efrîn û Şehbayê, Koma Şehîd Mizgîn a Govendê ya Amûdê, 3 komên zarokan li Kobanê, Qamişlo û Dêrikê hene.
Rêjeya tevlêbûna jinan di saziyên çandî de ji sedî 70 derbas kiriye. Her wiha zêdetirî 21 komên jinan ên stran, muzîk û şanoyê hatin avakirin. Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku hewldan tên kirin ku akademiya çand û hunerê ya jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were vekirin.
HER SAL ŞEHÎD MIZGÎN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ TÊ BIBÎRANÎN
Şehîd Mizgîn li 4 parçeyên Kurdistanê tê bibîranîn. Ji ber ku bi helwest, têkoşîn û şoreşgeriya xwe bû sembola şehîdên tevgera azad a çand û hunerê û roja şehîdbûna wê wek Roja Şehîdên Çand û Hunerê hate ragihandin.
Her sal bi vê boneyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek çalakiyan li dar dixe.
(şx)
ANHA