QSD: Di êrişa xwekujî de 4 şervanên me şehîd bûn

Di encama êrişa xwekujî ya çeteyên DAIŞˊê de û êrişa çeteyên hêzên hikumeta Şamê li rojhilatê Dêrazorê de 4 şervanên QSDˊê şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

QSD: Di êrişa xwekujî de 4 şervanên me şehîd bûn
10 gulan, 2024   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst vê êvarê erebeyeke bombebarkirî ku xwekujekî diajot li nuqteyeke leşkerî ya li bajarokê Şihêl ê li rojhilatê Dêrazorê teqand.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Xwekujê ku erebe diajot di deriyê sereke ya nuqteya leşkerî re derbas bû û hewl da bikeve hundir, lê şervanên me bersiv da û nehiştin têkeve hundir, di encamê de terorîst erebe li pêş derî teqand. Bi wê re 3 şervanên me şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

Di heman dema ku şervanên me birîndar radikirin ku bibin nexweşxaneyê û cenazeyên şehîdan radikirin de çeteyên rejîma Sûriyeyê ji keviyê rojhilatê çemê Firartê ve şervanên birîndar radikirin hedef girtin, di encamê de şervanekî din şehîd bû.

Em ê tola şehîdên xwe ji tevahî çete û terorîstan hilînin û em nahêlin ew ewlehî û îstîqrara herêmê bin pê bikin."

(fr)