Çekdaran êrîşî  benda kontrolê ya Şêxmeqsûdê kir

Çekdaran êrişî bendava kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kir.

Çekdaran êrîşî  benda kontrolê ya Şêxmeqsûdê kir
10 adar, 2025   08:48
HELEB

Li gorî agahiyên nûçegihana me ji taxê dane, çekdaran êrişî bendava kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kir. 

Nûçegihan diyar kir ku Hêzên Parastina Şêxmeqsûdê bersiva êrişan da.

Pevçûn nêzî 3 seatan dewam kir. Di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û welatiyek birîndar bûn. Her wiha 12 ji çekdar desthilata Şamê hatin kuştin û birîndarên çêbû.