ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-2-2025
1 sibat, 2025   02:00

Hisên Elî Berces hêza xwe ji ramanên rêber Abdullah Ocalan girt û dizanî ku tenê berxwedan dîrokê diafirîne û rêya têkoşînê rêyeke bêdawî ye ku welat bi berxwedanê tê rizgarkirin(BI WÊNE Û DÎMEN).

Cîgirê hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman diyar kir ku têgiha nenavendîtî li Sûriyeyê şaş tê fêmkirin û bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji ezmûnên Rêveberiya Xweser û Hevpeymana Civakî sûdê wergirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Dêrazorê belavkirina mazotê li cotkaran didomîne. Desteyê diyar kir ku belavkirina beşa yekemîn a mazotê destpêka bernameyeke domdar a destekkirinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Firatê têkildarî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî zarokên Sirînê û Eyn Îsayê li qada Jina Azad daxuyanî dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Siberojê têkildarî geşedanên siyasî civînekê ji gel re li Şedadê li dar dixe saet di 11:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo 4 şehîdan li goristana şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye, merasîmekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Kobanê şehîdên berxwedana bendava Tişrînê û Qereqozaqê li goristana şehîd Dîcle vedişêrin, saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî tevlêbûna kujerê şehîd Hevrîn Xelef di "kongreya serkeftinê" de daxuyaniyekê li pêşiya avahiya xwe dide saet di 12:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê û partiyan li hola civînan a MSD`ê li kantona Reqayê panelekê bi sernavê "Geşedanên siyasî li Sûriye û siberoja wê" li dar dixe saet di 11:00`an de.(BI Û DÎMEN)