Desteya Çandiniyê ya Dêrazorê mazotê li cotkaran belav dike

Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Dêrazorê belavkirina mazotê li cotkaran didomîne. Desteyê diyar kir ku belavkirina beşa yekemîn a mazotê destpêka bernameyeke domdar a destekkirinê ye.

Desteya Çandiniyê ya Dêrazorê mazotê li cotkaran belav dike
1 sibat, 2025   07:05
DÊRAZOR

Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Dêrazorê di çarçoveya destekkirina qada çandiniyê û piştevaniya cotkaran de, para yekemîn a mazotê li cotkaran belav dike.

Desteyê Çandinî û Avdanê ya Kantona Dêrazorê heya 24’ê Çileyê 4 milyon û 685 hezar û 960 lître mazota baş ji bo kooperatîfên çandiniyê û bîran li cotkaran belav kiriye.

 Belavkirina mazotê li cotkaran bi rêya kooperatîfên çandiniyê û rûxsetên ferdî yên ku bi rêya nivîsgehên şêwirî û gerînendetiya sotemeniyê tên dayîn, dibe.

Desteya Çandinî û Avdanê ji bo her donimeke zevî ku bi rêya ava çemê Firatê an kenalên çandinê tê avdan, 10 lître mazot diyar kiriye. Ji bo avdana bi rêya bîran jî 20 lître ji bo her donimekî diyar kiriye û buhayê her lîtreyekê bi hezar û 350 lîreyên Sûriyeyê ye.

Plana çandiniyê ya mewsima zivistanî ya ku Desteya Çandiniyê diyar kiriye ji sedî 60 e.

Desteyê diyar kir ku li gundên herêma Qura Sebia (Heft gund) piştî bidawîkirina tesbîtkirina kooperatîf û projeyên wê, dê mîna gundên din para mazotê were belavkirin.

Desteya Çandinî û Avdanê diyar kir ku belavkirina para yekemîn a mazotê destpêka bernameyeke domdar a destekkirina qada çandiniyê û piştevaniya cotkaran e.

(bb)

ANHA