ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-05-2024
7 gulan, 2024   02:00

Şêniyên kantona Tebqayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza tevahî gelan e û divê ev daxwaz were bicihanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Nexweşxaneya Giştî ya Kîsra ya gundewarê Dêrazorê rojane xizmetguzariyên tibî û tenduristî ji 500 kesan re pêşkêş dike.

Sekreterê giştî yê Konferansa Daîmî ya Federalîzmê ya ji bo Lubnanê Dr. Alfred Riachi diyar kir ku wan bi hevkariya Rêveberiya Xweser beyannameyek ji bo çareserkirina dosyaya penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşkêşî aliyên Lubnanê kiriye, lê heta niha tu bersiv nehatine.

Şêniyên bajarê Qamişlo bi meşekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Meş ji taxa Kornîş dest pê dike, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê radighîne ku dê  dest bi projeya avakirina nexweşxaneya Welidandin û Zarokan li bajarê Qamişlo bike, saet 12.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên kantona Reqayê şehîdê     QSD’ê Milhim El Mûsa li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê oxir dikin, saet 13.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA