Artêşa dagirker gundekî Til Temirê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Um El Kêf ê bajarê Til Temirê topbaran kir.

Artêşa dagirker gundekî Til Temirê topbaran kir
7 gulan, 2024   08:37
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker duh derengî şevê gundê Um El Kêf ê dikeve rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê topbaran kir.

Dagirekran ji baregeha xwe ya li gundê Kinêhirê gundê Um El Kêf bi hawan û obîsan topbaran kirin.

Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA