Nexweşxaneya Kîsra xizmetî zêdetirî 450 hezar welatiyan dike

Nexweşxaneya Giştî ya Kîsra ya gundewarê Dêrazorê rojane xizmetguzariyên tibî û tenduristî ji 500 kesan re pêşkêş dike.

Nexweşxaneya Kîsra xizmetî zêdetirî 450 hezar welatiyan dike
Nexweşxaneya Kîsra xizmetî zêdetirî 450 hezar welatiyan dike
Nexweşxaneya Kîsra xizmetî zêdetirî 450 hezar welatiyan dike
Nexweşxaneya Kîsra xizmetî zêdetirî 450 hezar welatiyan dike
Nexweşxaneya Kîsra xizmetî zêdetirî 450 hezar welatiyan dike
Nexweşxaneya Kîsra xizmetî zêdetirî 450 hezar welatiyan dike
Nexweşxaneya Kîsra xizmetî zêdetirî 450 hezar welatiyan dike
Nexweşxaneya Kîsra xizmetî zêdetirî 450 hezar welatiyan dike
Nexweşxaneya Kîsra xizmetî zêdetirî 450 hezar welatiyan dike
7 gulan, 2024   05:17
DÊRAZOR
KEWSER EL CASIM

Desteya Tebduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berî salekê Nexweşxaneya Giştî ya Kîsra li rojavayê kantona Dêrazorê ava kir. Ev gav bi armanca pêşxistina rewşa tenduristî ya herêmê û xizmetkirina welatiyan hat avêtin.

Îsal li nexweşxaneyê pêşketinên berbiçav çêbûn. Di nexweşxaneyê de beş hatin firehkirin rêbazên nûjen ên dermankirinê hatin bikaranîn. Wê jî hişt nexweşxane bi pêş bikeve û gelek welatiyan pêşwaz bike.

ˊNEXWEŞXANE XIZMETÎ ZÊDETIRÎ 450 HEZAR WELATIYAN DIKEˊ

Gerînendeyê nexweşxaneyê Casim El Reyaş destnîşan kir ku nexweşxane ji nêzî 450 hezar welatiyên li herêma 7 Kîlo ya rojavayê Dêrazorê heta bi sînorê îdarî yê kantona Reqayê re alîkariya tenduristî, pêşkêş dike.

Her wiha çavdêrên nexweşxaneyê diyar kir ku rojane ji nêzî 500 welatiyan re alîkariya tenduristî û bijîşkî tê pêşkêşkirin.

Di nexweşxaneyê de klînîkên jinan, zarokan, nexweşiyên hundirîn, dil, çav, beşên dayîngeh, nûjdarî, şûştina gurçikan hene. Di nexweşxaneyê de 26 bijîşk dixdebitin. Li kêlek wê jî hemşîre û pîşesaz hene. Nexweşxane xizmetguzariyên xurtkirina tenduristî, piştgiriya derûnî pêşkêş dike. Parçeyên laş çêdike, bi taybet ling.

El Reyaş diyar kir ku wan di nexweşxaneyê de emeliyatên giştî, urolojî, ortopedî(hestî), guh û qirikê bi serkeftî pêk anîne.

AKADEMIYA BIJÎŞKÎ

Li kêleka van alîkariyan, çavdêrên nexweşxaneyê hewl didin wê nexweşxaneyê bikin akademiyeke bijîşkî ya giştî.

Di wê çarçoveyê de perwerdeyeke akademîk li ser semînerên bijîşkî û tenduristî bi beşdariya 100 kesên ku li nexwexşaneyê dixebitin li dar ket.

Perwerde di 24'ê Nîsana borî de dest pê kir û ew ê mehekê bidome. Di perwerdê de heftane 3 semîner tên dayîn û li dawiyê komîteya tenduristiyê dê bawernameyanbide beşdaran.

Der barê wê de El Reyaş got: "Em hewl didin bi vê perwerdeya ku gihîştiye asta kongreya bijîşkî rewşa tenduristî ya kantonê bi pêş bixin."

PLANSAZÎ

Li kêlek alîkariya heyî yên ku nexweşxane pêşkêş dike, dê nexweşxane beşên din wek şewat û çavdêriya giran aktîv bikin.

(mh)

ANHA