ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-03-2026
7 adar, 2026   02:00

-Gulîzar Hisen ji ber şert û mercên zehmet ên jiyana di dibistanan de her roj hêviya vegera Efrînê dike û dibêje "Daxwaza me tenê vegera li Efrînê ye.”

-8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îsal tevî daxwazên azadî û wekheviyê yên li dijî qetilkirin û tundiya li ser jinan tê pêşwazîkirin. Jin li her çar aliyên cîhanê derdikevin qadan, dengê xwe bilind dikin û têkoşîna hevpar mezin dikin.

-Jinên ji Tirbespiyê destnîşan kir ku “Em ê berxwedan û şoreşa Jin Jiyan Azadî xurttir bikin û destkeftiyên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin biparêzin”.

-Rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê da zanîn ku dem hatiye ku ji bo piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê xebat werin meşandin. Di vê demê de yekrêziya Kurdî misogerkirina hebûnê ye û got “Ji bo piştgiriyê xebatên me li Kurdistanê û derveyî welat berdewam dikin”

-Pîşesaz û veberhênerên Bajarê Pîşesaziyê yê li Adrayê yê Şamê ji ber biryarên betalkirina milkdariya wan ditirsin. Li aliyekî din fikarên li ser rewşa ewlehiyê ya xirab û diziyê zêde dibin. Veberhêner metirsîdar in ku ev gav rê li ber anîna veberhênerên ji bakurê Sûriyeyê û Tirkiyeyê veke.

-Yekitiya Jinên Ciwan ên PYDˊê bi boneya 8ˊê Adarê li navenda PYDˊyê ya li Kemera Bakur a bajarê Qamişloyê çalakiyek hundirî û çandî organîze dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

-Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de Kongra Star li Çerxerêya Jinan a bajarê Girkê Legê mûman vêdixe, 19.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN