Artêşa Îsraîlê zêdetirî 500 êriş li dijî Beyrûtê pêk anîn

Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 500 êrişên hewayî li dijî taxên başûrê Beyrûtê pêk aniye û  baregehên girêdayî Hizbullah û Pasdarên Îranê kiriye hedef.

Artêşa Îsraîlê zêdetirî 500 êriş li dijî Beyrûtê pêk anîn
7 adar, 2026   09:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyek ragihand ku wê ji destpêka operasyona xwe ya vê dawiyê ve zêdetirî 500 êrişên hewayî li taxên başûrê Beyrûtê pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişê de baregehên Hizbullahê û yên Pasdarên Îranê hatin hedefkirin.

Li gorî daxuyaniyê, ji baregehên hatine hedefkirin; baregeha çeka hewayî ya Pasdarên Îranê, baregeha yekîneya deryayî ya Hizbullahê, avahiyeke girêdayî Meclisa Rêveber a Hizbullahê û baregeheke yekîneya finansekirinê ya Hizbullahê hene.

Artêşê destnîşan kir ku ev êriş di çarçoveya rêgrtina li ber gefên muhtemel ên li ser xaka
Îsraîlê de û bi armanca bêbandorkirina planên Hizbullahê di nava Lubnanê de hatin kirin.

Artêşê daxuyand ku wê beriya êrişan tedbîr girtine da ku zerar zêde çênebin û der barê tedbîran de ev agahî dan ''Destpêkê şênî hatin hişyarkirin, êriş bi baldarî hat kirin û  operasyonên keşfên hewayî  hatin pêkanîn.''

(bb)