Hêzên Amerîkayê li Mûsilê êrişî baregeheke Heşd Şabî kir

Hêzên hewayî yên Amerîkî ji êvarî ve bi tundî çeperên Heşd Şabî yên li parêzgeha Nînovayê bombebaran dikin. Heşdî Şabî bi doşkayan bersiva êrişan dide.

Hêzên Amerîkayê li Mûsilê êrişî baregeheke Heşd Şabî kir
6 adar, 2026   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji Rojnewsˊê ragihadine balafireke Amerîkî şeş mûşek avêtine nêzî baregeha Heşd Şabî li herêma Raşîdiye ya bakurê Mûsilê.

Çavkaniyê got ku komên Heşd Şabî bi çekên giran bersiv dane.

Di êrişê de zirarên madî bi avahiyek nêzîkî cihê êrişkirinê bûne.