Îsraîlê 2 serkirdeyên Hemasê kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di 2 êrişên li Şerîda Xezayê de 2 serkirdeyên Tevgera Hemasê kuştine.

Îsraîlê 2 serkirdeyên Hemasê kuştin
4 cotmeh, 2026   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro, ragihand ku di 2 êrişên li Şerîda Xezayê de 2 serkirdeyên Tevgera Hemasê hatine kuştin.

Artêşê daxuyand ku di êrişa yekemîn a li herêma Xan Yunisê de serkirdeyê Baskê Leşkerî yê Tevgera Hemasê Muaz Cemal Ebû Nisêre hat kuştin û di êrişa duh a li Yekîneya Çavdêriyê ya Hemasê de endamê yekîneyê Mehmûd Îbrahîm Zîb Eliyan hat kuştin.

Artêşê diyar kir ku her du li ser bicihanîna planên li dijî hêzên wê li herêma “Xeta Zer” û hewldanên ji nû ve avakirina şiyanên Hemasê dixebitîn.

(f)