ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05 - 09 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05 - 09 – 2024
5 îlon, 2024   02:00

Rûspiyên bajarê Helebê destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan gel li hemberî komplo û planan şiyar kirin. Rûspiyan bang kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan.

Şêniyên Kurd destnîşan kir ku tenê gerîlayên HPGʹê dikarin pêşî li qirkirinên li tevahî herêmên Kurdistanê nexasim li Başûrê Kurdistanê bigirin.

Şêniyên bajarê Şedadê sûcên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyan û bêdengiya navneteweyî ya li hember wan sûcan şermezar kirin.

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) îmzeyên ku di kampanyaya “Na ji Darvekirinê Re” de kom kiribûn, ji 13 rêxistin û sendîkayên rojnamevanan, Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan, hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan re şandin.

Kurdên ji Rojava çûne Başûrê Kurdistanê diyar kir ku li Başûr ew rûbirûyî dan û standineke ne layîq mane û hatine bikaranîn, ji ber wê nakokiyên mezin bi desthilata li wir re çêbûne û her tim ji aliyê hêzên ewlehiyê ve têne şopandin.

Komînên li bajarê Tirbesiyê bi awayekî bi şaredariyan re xebitîn, ji şêniyan re gelek xebatên xizmetguzariyê mîna av, kehrebe û çandiniyê pêşkêş kirin.

Rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Rêveberiya Kantona Cizîrê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo nîqaşkirina rewşa ewlehî, zêdekirina hevkariyê bi gel re û nirxandina performansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hola Serdem a Hesekê civîneke girse li dar dixe, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajarokê Baxozê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Festîvala 3ʹyemîn a El Nexîl li dar dikeve, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Qamişlo ji bo malbata endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Dijwar Qamişlo sersaxiyê dixwaze, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di roja 5ʹan de Festîvala 5ʹemîn a Şahiya Zarokatiyê li kantona Minbicê dewam dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)