21 penaberên Sûriyeyê li berava Îtalyayî winda bûn
7 penaberên ku ji mirinê rizgar bûne agahî da tîmên rizgariyê ku 21 penaber, ji wan 3 zarok li berava Îtalyayê winda bûne. Ew penaber ji Lîbyayê bi keştiyê derketibûn.
21 penaberên ku ji Lîbyayê berê xwe dabûn Îtalyayê, li berava Îtalyayê winda bûn.
Dezgehên ragihandinê û berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku hêzên Îtalyayê 7 penaber nêzî girava Lampidoza ya Îtalyayê rizgar kirin.
Hat zanîn ku ew penaber ji Sûriyeyê ne û wan destnîşan kir ku ji nav windayan 3 zarok hene. Penaberan got ew ji Lîbyayê derketibûn û 28 kes di keştiyê de bûn.
(mh)