ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-08-2026
6 tebax, 2026   02:00

Helbestvan Kawa Dêrik bi zêdetirî 300 helbestan rêwîtiya doza kurdî û berxwedana şehîdan belge kirine. Kawa Dêrik diyar kir ku “helbest ji bo parastina bîra nîştimanî, parvekirina jana gelan û berevaniya li ber nirxê azadiyê alavek e” BI WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên taxa El Hey El Eskerî ya Hesekê got taxa wan a herî zêde çop lê kom bûye û şaredariyê ew paşguh kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Hesekê got xwediyên jeneratoran tenê 6 saetan elektrîkê didin. Komîteya Jeneratoran jî diyar dike ku para wan mazotê kêm e û têrê nake. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Hawar Help amadekariyên vekirina pêşangeheke bi navê ‘Arşîfa Civaka Êzidî’ dike. Pêşangeh bi armanca belgekirina serpêhatiyên civaka Êzidî û parastina mîrateya çandî di 12`ê Tebaxê de li Qamişloyê vedibe .BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Teldo yê Humsê tevî zêdekirina para  ard ji bo firinan jî, ji ber zêdebûna asta daxwaza li ser nan hîn jî pêdiviyên şêniyan pêk nehatine .BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê ji bo bibîranîna qurbaniyên fermana Şengalê şevbuhêrkekê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê organîze dike, saet 18.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN