Hunermendên jin yên her çar parçeyan bi hev ra konser dan

Koma Keçên Kurdistanê li Silêmaniyê bi beşdariya jinên ji her çar perçeyên Kurdistanê yekemîn konsera xwe lidar xist. Beşdareke konserê got ku girîngiya konserê ewe ku cara yekem hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê li ser heman dikê kom bûn û stranên Kurdî pêşkêş kirin.

Hunermendên jin yên her çar parçeyan bi hev ra konser dan
5 tebax, 2026   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Keçên Kurdistanê îro li Silêmaniyê yekem konsera xwe lidar xist. Jinên ji çar parçeyên Kurdistanê, rewşenbîr û hunermendan bi germî pêşwaziya konserê kirin û çendîn stranên Kurdî ji temaşevanan re hatin pêşkêş kirin.

Konser bi organîzeriya Hogir Mihemed, dengbêj Zîno Hesen, Sêwe Kamîl, Jiyan Weledî û Nûjen Bûrhan ve hat lidarxistin ku di konserê de stranên Kanî Spî, Camekey Nalî, Xoşe Hewramanî, Mîrax, Nîştiman, Bihar Hatewe, Ez Keçim, Sirweyî Beyan û Kejawe hatin pêşkeşkirin.

Di konserê de 30 muzîkjenên jin û 32 koroyên jinan jî beşdar bûn ku dik bi stranên resen yên Kurdî xemilandin.