Îran: Eger DYA‘yê êriş bike em ê li enerjiya kendavê bidin

Îran gef xwar ku eger Amerîkayê careke din êriş bide dê li tesîsên enerjiyê yên li kendavê bide. Erebistana Siûdî, Qeter û Ûmanê ji bo kontrolkirina rageşiyê, hewldanên dîplomatîk dikin. Washingtonê jî daxwaza mûzakereyan bi Îranê re kir.

Îran: Eger DYA‘yê êriş bike em ê li enerjiya kendavê bidin
6 tebax, 2026   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

5 çavkaniyên agahdar ji Ajansa Reutersê re aşkera kirin ku Îranê hişyarî daye welatên Kendavê ku eger Amerîkayê êrişeke nû li dijî wê pêk bîne, dê bi hedefkirina tesîsên enerjiyê û binesaziyê yên herêmê bersivê bide.

Li gorî çavkaniyan, hişyariyên Îranê bi rêya peywendiyên dîplomasî yên li ser asta rayedarên payebilind piştî gefên serokê DYA‘yê Donald Trump ên 28‘ê Tîrmehê hatin kirin.  Çavkaniyan îşaret pê kirin ku ev peywendî di dan û standinên ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi hempîşeyên xwe yên Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkiye û fermandarê artêşa Pakistanê re kiribûn, hatin kirin.

Çavkaniyan got, Eraqçî bang li welatên kendavê kir ku rê nedin êrişên nû yên DYA‘yê. Her wiha hişyarî da ku eger êrişên nû li ser xaka wê werin kirin dê cihên hêzên Amerîka û tesîsên enerjiyê yên kendavê bike armanc.

Dîplomatekî herêmê got, peyama Îranê di hemû peywendiyan de yek bû û agahî dan ku ku navaroka peyamê ew ku ku Tehran amade ye bersivê bide, lê ji bo rêgirtina li ber rageşiyeke berfireh çareseriya dîplomasî tercîh dike.

Di heman demê de, çavkaniyên dîplomatîk yên ji kendavê ragihandin ku Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman bi Trump re têkilî danî û jê xwest ku her çalakiyek leşkerî paşde bixe, vegere maseya mûzakerayn, ji bo agirbest û çareseriyek dîplomatîk bixebite.

Rayedarekî Îranî jî anî ziman ku Qeter, Oman û Erebistana Siûdî ji  Washingtonê xwestine ku bi Tehranê re diyalogê ji nû ve bidin destpêkirin û ji pevçûnek nû dûr bisekinin. Her wiha hişyarî da ku her toreke nû ya êrişên Amerîkayê dikare "herêmê veguherîne gogek agir".

Li gorî çavkaniyan, Riyadê banga çareseriyên dîplomatîk kir, lê aşkera kir ku eger êriş li ser xaka wê çêbibin, dê bi rêyên leşkerî bersivê bide.

Rayedarekî Îranê destnîşan kir ku welatê wî ji navbeynkarên xwe re aşkera kiriye ku bersiva wê ya potansiyel dê ne tenê bi tesîsên petrolê ve sînordar be, lê di heman demê de dê parzûngeh, torên elektrîkê û avê, binesaziya veguhastinê û zeviyên petrolê li seranserê Kendavê jî bigire nav xwe. Rayedar, êrişên 2019‘an ên li ser tesîsên Beqîq û Xurais ên girêdayî şîrketa Aramco ya Siûdî destnîşan kir, ku lawaziya binesaziya enerjiyê ya herêmê bi bîr anîn.

 Li gorî rayedarê Îranî, Tehran dibîne ku Washington bi du vebijarkan re rû bi rû ye: an aloziyek ku dikare bigihîje Kendavê û gefê li dabînkirina enerjiya cîhanî bike, an jî çareseriyek bi rêya mûzakereyan qebûl bike ku serkeftinek ji bo Dewletên Yekbûyî neyne.

(bb)