ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-04-2024
5 nîsan, 2024   02:00

Sekreterê Partî Demokratî Kurdistanî-Suriye Ciwan Siko û Sekreterê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Necmedîn Mela Umer diyar kir ku di nava partiyên Kurd de danûstendinên girîng tên çêkirin û ji avakirina yekîtiyê bi hêvî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penabar û Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku rêxistinên NY`yê desteka dide kampên li herêmê careke din kêm kir û gelek xebatên wê yên tenduristiyê û mirovî rawestandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şervanên YPG’ê diyar kir ku hewl didin pergala xweperastinê bi pêş bixin û feraseta serdest a li ser jinan û civakê hatiye ferzkirin, biguherînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dagirkeran bi bombebaranan kehrebeya herêmê qut kir, lê welatî bi piştevaniyê pirsgirêkan ji holê radikin. Bi vê hevkariyê amadekariyên Cejna Remezanê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Aram Dîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan ê kantona Cizîrê 4 şanoyan pêşkêş dike, saet 15:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)