Rojekê beriya êrişa Îsraîlê Zahidî gihaşt  Sûriyeyê

Çavkaniyekî payebilind diyar kir kuTehranê neçar e bersiveke cidî bide da ku Îsraîl mîna van êrişan an jî rageşiyan dubare neke.

Rojekê beriya êrişa Îsraîlê Zahidî gihaşt  Sûriyeyê
4 nîsan, 2024   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê ku agahiyên xwe dispêre bi dehan berpirsên îranî, sûriyeyî û herêmî, diyar kir ku piştî gelek mehan ji êrişên Îsraîlê li dijî Sûriyeyê, fermandarên leşkerî yên Îranê texmîn kir ku ewle ye civîneke girîng bi asteke bilind li balyozxaneya Îranê ya Şamê bê lidarxistin. Wan texmîn dikir ku ew civîn dê li gorî pîvanên navneteweyî yên şandeyên dîplomasî diparêzin, ewle be.

Berpirsekî Îranê destnîşan kir ku fermandarên Îranê diyar kir ku balyozxane ji êrişên Îsraîlê ewle ye, lê belê Tehran der barê îhtîmala belavbûna agahiyên îstîxbaratî de lêkolîn kiribû.

Di êrişa li dijî navenda Îranê ya Şamê de 7 efserên payebilind ên Îranê hatin kuştin. Ev êriş ji bo Îranê derbeyeke leşkerî ya nû ye ku li dijî avahiyên dîplomasî tê pêkanîn. Li hember wê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewropayê nerazîbûna xwe nîşan da.

Analîzvanan diyar kir ku Îsraîl hewl dide hegemoniya Îranê ya ku li Sûriyeyê di deh salên dawîn de bi dest xistiye, lewaz bike.

Çavkaniyekî Îranê diyar kir ku Zahidî berî rojekê ji êrişê gihîşt Sûriyeyê û bi 2 fermandarên din ên mezin re li balyozxaneyê bû.

Çavkaniyê destnîşan kir ku her sê fermandar ji bo nîqaşkirina operasyonên lojîstîk û koordînayê çûbûn Sûriyeyê.

Zahidî di Feyleq El Qudis a Pasdarên Îranê de xwedî roleke mezin bû. Feyleq El Qudis li tevahî herêmê piştgiriya Îranê dida hevalbendên xwe mîna Hizbullah a Lubnanê. Her wiha Zahidî kesayeta herî girîng e ku piştî hedefgirtina Qasim Suleymanî.

ÎRAN NEÇAR E BERSIVEKE CIDÎ BIDE ÎSRAÎLÊ

Berpirsên Îranê diyar kir ku Tehran ji rêya ku di Cotmehê de lê xwedî derketiye dernakeve. Ew jî ji şerê rasterast ê bi Îsraîl û Amerîkayê re bi dûr bikeve. Di heman wextî de jî ew destekê dide hevkarên xwe yên ku li dijî Îsraîl, hêzên Amerîkayê û keştiyên li Deryaya Sor êriş dikin.

Yek ji berpirsan diyar kir ku Tehran neçar e bersiveke cidî bide Îsraîlê da ku êrişên wiha dubare neke. Lê belê ew bersiv dê sînordar be.

Çavkaniyekî ewlekariyê ya Îranê da zanîn ku Îran dê taktîk û planên xwe piştî wê êrişê biguherîne.

Çavkaniyekî herêmî yê nêzîkî Îranê diyar kir ku piştî Îsraîlê urfên dîplomasî bin pê kirin, tu cihekî ewle li Sûriyeyê nema.

(mh)