ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-02-2026
5 sibat, 2026   02:00

Şêniyên gundên Sehil El Xab a Hemayê ji ber dizî û destdirêjiyê ditirsin û li herêma wan aramî tune ye.

Şêniyên Til Temirê diyar kir ku ji bo parastina aramiyê û bidestxistina mafên destûrî yên hemû pêkhateyan divê gel hevgirtî be. Şêniyan got ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şervanên li çeperên berxwedanê yên gundewarên Çilaxayê diyar kir ku dê heya serkeftinê û mîsogerkirina mafên gelê xwe, berxwedanê bidomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê ji bo karwaneke şehîdan li Pakrewangeha Şehdî Hogir Îsmaîl merasîmeke xiyabî li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik 3 şehîdên QSDˊê oxir dike û merasîmeke xiyabî ji şehîdekî din re li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê 5 şehîdên QSDˊê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan oxir dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê karwana şehîdan oxir dike û merasîma xiyabî ji hejmarek şehîdên din re li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundewarê Hesekê û Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya Dirbêsiyê 11.00ˊan û li Pakrewangeha Şehîdên Til Temirê saet 13.30ˊan, li dar dixe. BI WÊNE Û DÎMEN