Kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava dengê xwe bilind dikin

Kurdistanî û dostên wan ên li seranserî bajarên Ewropayê bi çalakî û meşên girseyî dengê xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê bilind dikin.

Kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava dengê xwe bilind dikin
4 sibat, 2026   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Fransa, Almanya, Hollanda, Awusturalya û Brîtanyayê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan êrîşên li ser Rojava bi meş û çalakiyan hatin şermezarkirin.

MONTPELLIER

Li bajarê Montpellier ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan bi armanca piştirîdayîna Rojava li pêşiya walîtiyê mitingê li dar xistin. Mitîng di saet 16:00’an de, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Partiyên siyasî, sendîka û Kolektîfa Piştevaniyê ya bi Gelê Kurd re ku ji rêxistinên civaka sivîl pêk tê, tevlî mitîngê bûn. Di çarçoveya çalakiyê de, şandeyeke tevî Kolektîfê dosyayeke li ser êrîşên li dijî Rojava û daxwazan radestî walîtiyê kirin.

Di daxuyaniyên mitîngê de peyamên piştevaniyê ji bo Rojava hate dayîn. Çalakî bi dirûşmeyan xwestina daxwazan bi dawî bû.

LAHR

Li bajarê Lahr ê Almanyayê, bi sedan kesên ku ji Freiburg, Offenburg û bajarên derdor hatin, bi armanca piştevaniya bi Rojava re li hev civiyan. Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre, girseyê bi awayekî xurt peyama netenêbûna gelê Rojava da.

Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê peyamana 30’ê Çileyê tavile were pêkanîn, dorpêça li ser Kobanê were rakirin û korîdora mirovî were vekirin. Her wiha bang hate kirin ku dewleta Tirk dawî li polîtîkayênxwe yên durû bîne û astengiyên li pêşiya gihandina TIR’ên alîkariya mirovî rake ku bigihe gelê li Kobanê.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku tevlîbûna bi ruhê seferberiyê ji bo meşa ku wê di 14’ê Sibatê de li Strasbourgê were lidarxistin, berpirsyariyeke dîrokî ye. Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûna girseyî ji bo çalakiya ku wê di 7’ê Sibata 2026’an de, di saet 13:00’an de li Karlsruhe Marktplatzê were lidarxistin, hate kirin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên,  “Bijî berxwedana Kobanê”,  “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Yekîtiya Gelan” û “Rojava ne tenê ye!” hatin berzkirin. Girseyê destnîşan kir ku divê piştevaniya bi Rojava re were mezinkirin û peyama domandina têkoşînê li her qadê dan.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Almanyayê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Girseya ku li pêşiya Hauptbahnhofê li hev civiyan, ber bi Konsolosxaneya Tirk meşiyan û berxwedana Rojava silav kirin.

Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û timî dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin. Di qada çalakiyê de pankarta, “Defend Rojava” û yên cuda hatin hilgirtin.

Di tevahiya protestoyê de, danezanên derbarê êrîşên li ser Rojava û pergala demokratîk, azadîxwaz a li herêmê hatiye avakirin, hatin belavkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku çalakiyên piştevaniyê yên ku li cihên cuda ên cîhanê hatin lidarxistin, encamê daye. Her wiha hate destnîşankirin ku tevî ku li Rojava peyman hatiye kirin jî, dorpêça li ser Kobanê hîna dewam dike.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Almanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Roza û Meclîsa herêmê li Luisenplatzê bi daxwaza, “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” meşek hate lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî û nûnerên saziyên dost tevlî meşê bûn.

Çalakî piştî daxuyaniyê, bi dirûşmeyan bi dawî bû.

BOCHUM

Li bajarê Bochum ê Almanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ji bo nîşandana hevgirtinê bi Rojava re meşa girseyî û daxuyanî hat lidarxistin. Girseya ku li ber Hauptbahnhof (Îstasyona Trenê ya Navendî) kom bû, ji wir ber bi avahiya Rathaus (Şaredariyê) ve meşiya.

Di daxuyaniya li ber Rathausê de deqeyek rêz girtin û sirûda "Ey Raqîb" hat xwendin. Piştre nûnerê PYD’ê Muhammed Saleh, li ser navê KON MED’ê Mustafa Agir, li ser navê ciwanên MPLD’ê Anna û li ser navê CÎK’ê Mele Salih axaftin kirin. Nûnerê "Rat von Unten" jî di daxuyaniyê de axivî. Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

DUSSELDORF

Li ser banga FED-MED NRW’ê li ber parlamentoya eyaleta Dusseldorfê daxuyaniya girseyî hat dayîn. Di daxuyaniyê de alên YPG û YPJ’ê, pankartên "Defend Rojava (Rojava biparêze)” û "2+2=1" ku yekîtiya bajarên Kurd temsîl dike, hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Hevserokê FED-MED’ê Ehmed Kobanê di daxuyaniya xwe de axivî û got: "Berxwedana bêhempa ya gel û şervanên Rojava îro ji bo tevahiya cîhanê bûye çavkaniya hêviyê. Lê ji bo ku ev destketî veguherin aştiyeke mayînde û pêşeroja gelên herêmê were misogerkirin, divê Rojava statuyek fermî bi dest bixe. Gelê Kurd heta ku vê statuyê bi dest bixe wê li kolanan be.”

Piştî daxuyaniyê girse berzkirina dirûşmeyan belav bû.

ROTTERDAM

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, kampanyaya, “nameyek û dengek” ku îşaret bi êrîşên li ser Rojava dike û daxwaza parastina mafên gelê Kurd dike, hate destpêkirin. Kampanyayê bi nameyên ku wê ji Qralê Hollandayê re bê şandin re, banga berpirsyariya li hemberî binpêkirinên mafan ên li Rojava û parastina sivîlan dike.

Di kampanyaya hatî destpêkirin de, tê xwestin ku êrîşên ku li Rojava sivîlan hedef digre, werin eşkerekirin û mafên bingehîn ên gelê Kurd di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de were mîsogerkirin. Meclîsa Gel a Rotterdamê, destnîşan dike ku divê dewleta Hollandayê û saziyên eleqeder li hemberî tişên ku diqewimin bêdeng nemînin.

Hate diyarkirin ku name bi şexsî jî dikare bê şandin û dikarin radestî Navendên Civaka Kurd a Demokratîk jî bên kirin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Awusturalyayê, li dijî êrîşên li ser Rojava mitîngek hate lidarxistin. Çalakî tevî barana zêde jî pêk hat. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hat silavkirin û banga, “Rojava biparêze, statuyê nas bikin” hat kirin.

Di mitîngê de alên YPG, YPJ û Kurdistanê hatin hildan. Girseyê timî dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de ji aliyê aktivîstan ve danezanek hate xwendin. Di danezanê de îşaret bi girîngiya parastina Rojava ji bo mirovahî û pêşerojê hat kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku serketina li Rojava wê bi têkoşînê pêkan bibe.

Mitîng bi ragihandina çalakiya “zincîra ji mirovan” ku wê roja Înê were lidarxistin, bi dawî bû.

RNSBERG

Li bajarokê Arnsberg ê herêma Sauerland a eyaleta Ren-Vestfalya ya Almanyayê, êrîşên li ser Rojava û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate protestokirin.

Kurdistaniyên ku li pêşiya Markt Platzê li hev civiyan, ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz girtin. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, girseyê tevî pankarta bi nivîsa, “Ji Rojava re Statu” û alên YPG-YPJ’ê dest bi meşê kirin û di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Gelê Kurd Yek e” hatin berzkirin.

Girseyê piştî meşê dîsa Markt Platzê li hev civiyan. Hevserokê DKTM’ê Dagistan Altun li vir xitabî girseyê kir. Altun destnîşan kir ku bi saya gelê Kurd û şervanên wan, li Rojava asteke girîng hatiye girtin û da zanîn ku gefên li ser herêmê hîna jî dewam dikin. Altun wiha got, “Heta ku statuyeke fermî ji Rojava re bê dayîn, divê gelê Kurd li her derê cîhanê di nava piştevaniyê de be.”

Piştî axaftinan, çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

LONDON

Kurdistaniyên li  paytexta Îngiltere Londonê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li ber Parlamentoya Brîtanyayê kom bûn û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hate silavkirin û banga "Rojava biparêzin, statuya wê nas bikin" hat kirin.

Di çalakiyê de belavokên ku êrîşên li ser Rojava û pergala demokratîk û azadîxwaz a ku li herêmê tê avakirin vedibêjin hatin belavkirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku Rojava, li dijî çeteyên cîhadîst û rejîmên zordar, destketiyek e û hat gotin ku ne tenê ji bo gelê Kurd, divê ji bo tevahiya mirovahiyê were parastin.