Ciwanê li Quneytîrayê hatibû girtin hat berdan

Hêzên Îsraîlê ciwanê di serdegirtina li gundê Hemîdiyê yê Quneytîrayê de girtiye berda.

Ciwanê li Quneytîrayê hatibû girtin hat berdan
3 cotmeh, 2026   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê ciwanê ku îro di serdegirtina li gundê Hemîdiyê yê bakurê Quneytîrayê girtiye piştî çend saetan berda.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ciwanê ji hêla hêzên Îsraîlê ve hatiye girtin ber bi cihekî nediyar ve biribûn, lê şert û mercên girtinê û sedemên wê nehatin zanîn.

Di bûyereke din de jî hêzên Îsraîlê ciwanekî di serdegirtina gundê Meiriyê yê herêma Hawiza Yermûkê ya rojavayê Derayê de girtibû û biribû gundewarê Quneytîrayê li gundê Seyda Hanot berda.

Hêzên Îsraîlê bi ser gundê Meiriyê de girt, hejmarek mal kontrol kirin, 2 ciwan girtin, yek jî di serdegirtinê de berda û yê din jî piştre berda.

(f)