ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04- 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04- 10 – 2024
4 cotmeh, 2024   02:00

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan hemwextî salvegera 26`an a Komploya Navneteweyî belgefîlmekê têkildarî komployê amade bike.

Komploya Navneteweyî/navdewletî ya li hember Rêber Abdullah Ocalan bûyereke herî mezin a dîroka sedsala me ye. Di ser komployê re 26 sal derbas bûn ku sîstema kapîtalîst a global li ser wê li hev kir, hevkarî kir û di siberoja Rojhilata Navîn de kir qonaxa destpêkê ya destwerdana leşkerî-siyasî-aborî, lê hê jî pêvajoya wê neqediyaye.

“Pêdiviya me bi dengekî ku gazî sûlava hest û ramanên serdemê bike heye. Dengekî ew qas kevn û kevnar ku behsa dema niha bike. Gotinek bide hîskirin ku di gerdûnê de em ne bi tenê ne û enerjiya me temam bike. Pêdiviya me bi tîpekê heye ku hest ji ramanê, giyan ji hiş, vîn ji zanînê, madeyê ji enerjiyê, jiyanê ji mirinê, ronahiyê ji tarîtiyê, felsefeyê ji civaknasiyê veneqetîne. Paradîgmaya giyanî û rewşenbîrî ya dem û mekanê hilgire."

PDK ku di Komploya Navneteweyî de xiyanetê temsîl dike, wekî ku di şoreşa Rojava de û li Başûrê Kurdistanê jî tê dîtin, ev 33 sal e li dijî hemû destketî û nirxên Kurdan di her firsendekê de bi qirkeran re nokeriyê dike.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd diyar kir ku Rêveberiya Xweser dê ji bo sûriyeyên ji Lubnanê vedigerin çi dest tê bike.

Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Cizîrê li hola Meclisa Werzîşê ya Qamişlo turnuvaya vekirî ya lîstika boxingê ya ciwanan li dar dixe, saet 09:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ʹBi ruhê xwîna şehîdan em azadiya welat û rûmetê ava bikinʹ Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan-Asûrî ya Sûriyeyê li hola Zohrabiyan a li taxa navîn a Qamişlo kongreya xwe ya 5ʹan li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ʹBi hêza rêxistinkirina Yekitiya Sinfan em mezexêran biparêzin û aboriya komînal misoger bikinʹ Yekitiya Sinfan a Kantona Efrîn û Şehba li kampa Serdemê ya bajarokê Ehdasê konferansa xwe li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dewam dikin, di vê çarçoveyê de 2 civînên cuda li taxa Qidorbeg û gundê Hîmo yên Qamişlo saet 17:00ʹan civîn tên lidarxistin, her wiha li bajarê Til Temirê li gundê Til Nesrî û taxa Til Ehmed civîn tên lidarxistin saet 17:00ʹan, her wiha ciwanên PYDʹê li Helebê meşeke meşaleyî li dar dixin, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Lêkolînên Jineolojiya ya Helebê ji bo bîranîna şehîd Nagîhan Akarsel li Mala Xwendinê ya bi navê wê ya li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê çalakiyekê li dar dixe, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)